Piştî sedsalan cara ewil: Polîsên Îsraîlê rê li ber merasîma Yekşema Palmiye girtin

Polîsên Îsraîlê rê li ber du rêberên olî yên navdar ên ku diçûn merasîma Yekşema Palmiye ya li Dêra Kabîr a Pîroz li Qudsê girtin. Patrîkxaneya Latînî, ragihand ku piştî sedsalan cara ewil e rewşek bi vî rengî diqewime.

Patrîkxaneya Latînî û Muhafizên Axên Pîroz, ragihandin ku polîsan rê li ber du rêberên olî girtiye ku têkevin dêrê û neçar mane ku paşve vegerin.

Ji ber vê yekê, merasîma Yekşema Palmiye li Dêra Kabîr a Pîroz nekarî were lidar xistin.

Îsraîlê, ji ber sedemên ewlehiyê cihên pîroz ên li Rojhilatê Qudsê girt û kombûnên mezin qedexe kir.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku piştî êrîşa li dijî Îranê hat destpêkirin gelek merasîm bi 50 kesan ve sînordar bûn û meşa kevneşopî ya Çiyayê Zeytûnê hate betalkirin.

Patrîkxaneya Latînî, li hember astengkirina ketina rêberan bo dêrê nerazîbûn nîşan dan.